‘QSD ne bi tenê ye, em ê bi hev re parastina axa xwe bikin’

Şêniyên Qamişlo da zanîn ku ew ê li hemberî êrîşên Tirkiyê yên muhtemel li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û got “QSD ne bi tenê ye.”

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan duh careke din gef li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nerazîbûn li hemberî van gefan nîşan dan. Şêniyên Qamişlo anî ziman ku ew ê li hemberî êrîşan bê deng nemînin.

Remzî Yûsif ji Qamişlo da zanîn ku dewleta Tirk armanc dike ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçe bike û dagir bike.

Elî Salih ê ji Amûdê anî ziman ku niyetên Erdogan li herêmê mêtingerî ne û ew dewama fikra Osmanî ye û wiha domand: “Ger êrîş çêbe, ew ê li rex hêzên xwe yên leşkerî bisekinin û parastin bikin. Divê hemû gelên herêmê li hemberî dijmin bibin yek.”

Qadir Hemdan ku ji şêniyên gundê Qereçox ê navçeya Dêrikê ye, diyar kir ku Erdogan her dem gefan dixwe da ku fitne, alozî û tevliheviyê li herêmê belav bike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din