QSD`ê nasnameyên şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê nasnameyên 12 şervanên Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriyê û 2 şervanên ku li Dêrazorê şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermaî belav kir, nasnameyên 12 şervanên QSD û YPJ`ê ku di Berxwedana Rûmetê de û 2 şervanên ku li Dêrazorê şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaran û hedefgirtina bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûri yê bêserûber bê ku ferqê û cûdatiyê bixe nava sivîl û leşkeran, didome.

Şervanên QSD`ê di hemû eniyan de li dijî êrîşên dijmin berxwedaniyeke mezin dimeşînin. Di encama wê berxwedaniyê de 12 şervanên me gihîştin asta şehadetê.

Êrîşên dagirkeran derfet li pêşiya şaneyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst vekir ku dîsa aktîf bibin û şervan û sivîlên di eniyên dawî de bikin hedef. Li gelek herêman operasyonên terorîstan çêbûn bi taybet li herêmên Dêrazorê ku du şervanên me di encama wê de şehîd bûn.

Em weke QSD`ê soz didin şehîdên xwe û malbatên wan ku em ê li dijî êrîşên Tirk a dagirekr li dijî herêmên me bisekinin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Ciwan Efrîn
Nav û paşnav: Siwar Mamo
Navê bav: Abdullhenan
Navê dayikê: Henîfa
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav:  Dogan Hesekê
Nav û paşnav: Îsa Mihemed
Navê bav: Bişar
Navê dayikê: Şêxa
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotemeha 2019`an

*****

Nasnav:  Ronî
Nav û paşnav :Ronî Ezîz Bedir
Navê bav: Ezîz
Navê dayikê: Şebxa
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Vejîn Tikman
Nav û paşnav: Salma Seydxan
Navê bav: Seydxan
Navê dayikê: Xêriya
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav:  Firat Amanos
Nav û paşnav: Mihemd Bişar
Navê bav: Hesen
Navê dayikê: Şam
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 10`ê Cotemha 2019`an

*****

Nasnav: Murad Hesekê
Nav û paşnav: Meter El-Sadûn
Navê bav: Ehmed
Navê dayikê: Emîna
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 12`ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Harûn Doşka
Nav û paşnav: Mûaz Eweyid Simar
Navê bav: Eweyid
Navê dayikê: Enûd
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Bîlal Til Mişhin
Nav û paşnav: Mislih Salih
Navê bav: Elî
Navê dayikê: Cemîla
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotemha 2019`an

*****

Nasnav: Çekdar Ocalan
Nav û paşnav: Elî Mihemed
Navê bav: Mihemed
Navê dayikê: Emel
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotemha 2019`an

*****
Nasnav: Rojînda Qendîl
Nav û paşnav: Mizgîn Mihemed
Navê bav: Umer
Navê dayikê: Seadat
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotemha 2019`an

*****

Nasnav: Kajîn Şiyar
Nav û paşnav: Emîr Mihemed
Navê bav: Rakan
Navê dayikê: Leyla
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotemeha 2019`an

*****

Nasnav: Viyan Soran
Nav û paşnav: Emîna Elî
Navê bav: Îbrahîm
Navê dayikê: Hacer
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotemha 2019`an

*****

Nasnav: Yildiz
Nav û paşnav: Ehmed El-Celad
Navê bav: Salih
Navê dayikê:  Xatûn
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor - bajarokê El-Cirzî 10`ê Cotemeha 2019`an

*****

Nasnav: Hayil
Nav û paşnav: Seyah El-Ebid
Navê bav: Elî
Navê dayikê: Mûtîa
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – El-Sûse 27`ê Nîsana 2019`an


Mijarên Din