`QSD me diparêze, em Tirkiyê naxwazin`

Şêniyên bajarokê El-Cirn rojavayê bajarê Girê Spî diyar kirin ku ew xaka xwe ji Tirkiyê re bernadin û gotin: “QSD me diparêze, em Tirkiyê naxwazin.”

Şêniyên bajarokê El-Cirn ê girêdayî kantona Girê Spî diyar kirin ku ew gefên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmê red dikin. Şêniyan tekez kirin ku ew dest ji axa xwe bernadin. 

Şêniyan têkildarî gefên Tirkiyê axivîn û wiha gotin: “Em dest ji xaka xwe bernadin.”

Şêniya bi navê Sultana (80) ji şêniyên gundê Serzûrî yê girêdayî bajarokê El-Cirn ê, got: “Em xwediyên vê erdê ne, ne ku mîna Tirkiyê îdia dike ye. Em mudexeleya Tirkiyê di kar û barên welatê xwe de red dikin. Eger Tirkiye herêmê dagir bike, dê gelê herêmê qir bike.”

Sultanê wiha domand: "Di dirêjahiya emrê xwe de min mîna vê ewlehiyê nedît. Di dema rejîma Sûriyê de em rastî zulmê dihatin û gundên me hatibûn paşguhkirin. Komên “Artêşa Azad” jî dema hatin herêmê derda wan a tekane talankirin û revandin bû. DAIŞ jî hat, me dan koçberkirin. Lê niha rewşa baş û ewle ye. Tirkiye dixwaze zilma ku li Efrînê dike li herêmên me dubare bike. Erdogan xeyal dike ku em ê dest ji xaka xwe berdin. Em carekê derketin lê em careke din wê şaştiyê dubare nakin."

Şêniyê bi navê Derwîş Ismaîl ji şêniyên bajarokê El-Cirnê ye, dibêje: "Em li vir tevî birayên xwe yên Ereb û Ermen bê cudahî di nav ewlehî û aştiyê de ne. Jiyana me bi hev re ji cîhanê re asta hevgirtina me isbat dike. Tu terorîst li Bakurê Sûriyê mîna ku Erdogan îdia dike tune ye. Ew kesên ku îdia dikin terorîst in zarokên me ne.”

Derwîş got: “Em bang li tevahiya sûriyên ku xwe firotine dewleta Tirk dikin ku li xwe vegerin û vegerin welatê xwe. Bila bi pereyên Tirkiyê neyên xepandin. Tirkiyê bi rêya ciwanên Sûriyê hewl dide êrîşî herêmê bike û şerek navxweyî bira li dijî bira biafrîne.”

Di dawiyê de Derwîş soza şopandina rêya şehîdan û parastina herêmê ji gefên Tirkiyê da.

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Fîdan Bozan got: "Em tu carî Tirkiyê qebûl nakin. Ev milk û axa me ye. Çima Tirkiyê dixwaze herêmên me dagir bike? Em di nav ewlehî û aştiyê de ne û QSD me diparêze."

Fîdan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ma Tirkiyê ji bilî kuştin, talankirina şûnwaran, kuştina zarokan û guhertina demografiya herêmê çi kir? Em ê li hember dagirkeriya Tirk li rex hêzên xwe bisekinin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din