​​​​​​​QSD: Li Til Temirê 9 çeteyên dagirker hatin kuştin

QSD‘ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Til Temirê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Til Temir hatin bersivandin, di encamê de 9 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên îro yên hêzên dagirker ên li ser gundên Til Temirê daxuyaniyekê  li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

" Roja 12‘ê Sibatê artêşa dagirker û çeteyên wê ji derdora gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawudiyê xwestin êriş bibin li ser bajaroka Til Temir. Meclisa Leşkerî ya Til Temir bersiv da wan êrişan. Di encama pêvçûnan de qasî ku hatiye zelalkirin 9 çeteyên dagirker hatine kuştin."

ANHA

 


Mijarên Din