QSD li Serêkaniyê li dijî artêşa Tirk dîroka Berxwedana Rûmetê dinivîse

Li Serêkaniyê di navbera şervanên QDS’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî dijwar rû dide. Li eniyên bajar ên rojava û rojhilat şer berdewam e.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker di roja 8’an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Li Serêkaniyê şer dijwar e û şervanên QSD’ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Êrîşên duh bi şev dest pê kir, ji hêla şervanên QSD’ê ve hatin tekbirin û bajar bi tevahî di bin serweriya QSD’ê de ye.

Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji eniyên rojava, rojhilat û bakur ve êrîşî Serêkaniyê kir. Şervanên QSD’ê bersiv da û êrîş têk birin. Di êrîşan de balafirên keşfe û yên şer, top, tank û her cure çekên giran hatin bikaranîn û şer heta serê sibê berdewam kir. Di berxwedana QSD’ê de gelek leşker û çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin.

Her wiha çeteyan êrîş kir da ku pêwendiya Hesekê û navçeya Til Temirê qut bikin lê belê şervanên QSD’ê li wê derê jî bersiv da. Şer heta serê sibehê dewam kir, derbeyan giran li çeteyan dan û êrîşa  wan têk birin.

Li Serêkaniyê şer li eniyên rojava û rojhilat hê jî berdewam dike.

ANHA


Mijarên Din