QSD`ê li Serêkaniyê çete dorpêç kirin

Komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku hewl dan êrîşî gundê Um El-Xêr ê başûrê rojhilatê bajarê Serêkaniyê bikin ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatin dorpêçkirin. Tê gotin ku bi dehan çete  hatin kuştin.

Nûçegihanê me ji Serêkaniyê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl dan êrîşeke bînin ser gundê Um El-Xêr ê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Serêkaniyê.

Şervanên QSD‘ê çeteyên hewl dan êrîş bikin zeft kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin bi dehan çete ji aliyê QSD‘ê ve hatin kuştin û hinek çete jî hatine dorpêçkirin.

ANHA


Mijarên Din