QSD‘ê li Hesekê çeteyekî DAIŞ‘ê girt

Yekîneyên Antî-Teror ên QSD‘ê li başûrê bajarê Hesekê çeteyek di istîxbarata DAIŞ‘ê de dixebitî, girtin.

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihandin ku yekîneyên wan ên  Antî-Teror îro li başûrê bajarê Hesekê çeteyek bi navê Emar Hano El-Matorî yê di istîxbarata DAIŞ‘ê de dixebitî, girtin.

Buroyê diyar kir ku "Emar Hano El-Matorî ji sala 2014 heta 2017‘an di istîxbarata rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê de li herêma Erîşayê dixebitî û bi fermandarên DAIŞ li Reqayê di nava têkiliyan de bû."

ANHA


Mijarên Din