QSD`ê li gundewarê Til Temirê derbên giran li dagirkeriyê dan

Hêzên Sûriye Demokratîk derbeyên giran li kovoyeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku êrîşê gundên Aliya û Erbeîn li rojavayê gundewarê Til Temirê dikirin, dan.

Îro konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl da êrîşî gundên Aliya û Erbeîn ên ku bi 20 km li rojavayê navçeya Til Temirê bikin. Hêzên Sûriye Demokratîk êrîşî şikand û derbeyên yekser li konvoyê dan. 3 erebeyên ku doşka li ser, 4 erebeyên veguhestina leşkeran û panzêrek rûxandin. her wiha gelek çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker birîndar kirin û kuştin.

Piştî wê balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker tevî balafirên şer li asîmana her du gundên Aliya û Eebeîn firiyan û di van kêliyan de dora gundan bombebaran dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din