QSD’ê li Eyn Îsayê erebeyeke leşkerî ya çeteyan teqand

QSD’ê erebeyeke leşkerî ji cureya toyota ya çeteyên girêdayî artêşa dewleta Tirk a dagirker li gundê Biir Îsa yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê, rûxand.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusta û DAIŞ’ê di êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam in. Di vî warî de çeteyan êrişî gundê Bir Îsa yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê kir û QSD’ê jî bersiva êrişî da.

Nûçegihanan piştrast kir ku di encama bersivda QSD’ê de erebeyeke çeteyan a ji cureya toyota tevî çeteyên ku tê de hat teqandin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din