QSD‘ê li eniya El-Şefaayê depoyeke cebilxane bi dest xist

Şervanên QSD‘ê li eniya El-Şefaayê pêş de diçin. Şervanan di xebatên lêgerînê de depoyeke cebilxane ya çeteyên DAIŞ‘ê desteser kirin.

DÊRAZOR

Çavkaniyekî leşkerî ji herêmê diyar kir ku şervanên QSD‘ê li eniya El-Şefaayê depoyeke cebilxane dîtin ku bi dehhezaran guleyên doçkayê tê de hebûn.

Şervanên QSD‘ê pêşdeçûnên xwe li bajaroka Hecînê didomîne û li eniya El-Şefaayê ya nêzî sînorê Iraqê çete xistin çemberê.

ANHA


Mijarên Din