​​​​​​​QSD`ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê dest bi operasyonekê kir

Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dest bi operasyonekê kir.

Çavkaniyekî leşkerî ji ANHA`yê re ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Operasyon dê li herêmên navçeya Şedadê ya gundewarên başûrê Hesekê dê dest pê bike û heta El-Bûkemal a gundewarên rojhilatê Dêrazorê bidome.

(bx)

ANHA


Mijarên Din