QSD‘ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ‘ê çalakiyek pêk anî

Yekîneyên Taybet ên QSD‘ê li Dêrazorê bi çalakiyekê hejmareke çeteyên DAIŞ‘ê girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya twîtterê belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, yekîneyên me yên taybet û Hêzên Koalîsyona Navnetewî  li gundewarê rojhilatê Dêrazorê çalakiyek li dijî şaneyên DAIŞ‘ê pêk anîn. Di encamê de hejmarek endam û fermandarên şaneyên DAIŞ‘ê hatin girtin û çek û alavên wan hatin desteserkirin."

ANHA

 


Mijarên Din