QSD`ê li Dêrazorê dewreyeke fermandaran bidawî kir

Akademiya QSD`ê li Dêrazorê dewreyeke perwerdeyê ya efseran bi dawî kir.

Şervanên ku  ku tevlî dewreyê bûn, Ii ser waneyên leşkerî û birdozî û nexasim efserî, perwerde dîtin.

Dewre bi navê şehîd "Yûsif Taban" 60 rojan dewam kir, di merasîma dawîkirinê ku îro hate li darxistin, fermandarên QSD`ê amade bûn. Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El-Xebîl "Ebû Xewle" axivî û dawîkirina perwerdeyê pîroz kir.

Ebû Xewle diyar kir ku divê endamên perwerdeyê ji bo parastina herêmên xwe amade bin û tiştê ku di perwerdeyê de standin di erkên xwe de pêk bînin.

Paşê endamên perwerdeyê sûnda leşkerî xwarin û berê xwe dan nuqteyên xwe ku lê hatin ferzkirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din