QSD`ê li Dêrazorê 3 DAIŞ`î tevî çekên wan girtin

Îro QSD`ê bi operasyonekê li gundewarên Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ`ê girtin û gelek çekên bi wan re jî desteser kirin.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî belav kirine, hêzên QSD`ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî îro li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê operasyonek li dar xist.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyand ku operasyon li nêzî gundê Têb El-Fal ê Dêrazorê hatiye lidarxistin û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin û çekên wan hatine desteserkirin.

Duh jî hêzên Yekîneya Antîterorê (YAT) li gundewarên bajarê Hesekê serçeteyekî DAIŞ`ê yê bi navê A.C. ku berpirsê bûyerên kuştinê û hedefgirtina fermandarên QSD`ê bû, girtibû.

(cx)


Mijarên Din