QSD: Li bejahiya Til Temirê 4 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihand ku êrişa çeteyan a 15‘ê Sibatê ya li ser gundewarê Til Temirê hatin şikandin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) encamên şer û berxwedana 15 û 16‘ê Sibatê ya li gundewarê Til Temir û Eyn Îsayê ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Di roja 15‘ê Sibatê de çeteyên dagirker xwestin êriş bibin ser gundewarên Til Temir. Piştê pêvçûnek demkurt ev êrîş ji aliye hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir ve hat şikandin. Di encama pêvçûnê de 4 çete hatin kuştin.

Di roja 16‘ê Sibatê de li Eyn Îsa çeteyên dagirker bi çekên giran êrîş birin li ser gelek gundan. Li nêzî gundê Kopîrlîk dewriyeya Rusan jî bû hedefê wan êrişan. Di encamê de dewriyeya Rusan paşve kişiyan."

ANHA


Mijarên Din