QSD`ê ji 4 aliyan ve berisva êrîşa dagirkeran li ser Serêkaniyê dide

Li 4 taxên bajêr Serêkaniyê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de rû dide.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser bajarê Serêkaniyê  didomîne, herî dawî çekên qedexekirî bi kar anîne.

Li aliyê deriyê sînor, taxên Meheta, Sînaa û rêya giştî ya bajêr şer bi hemû dijwariya xwe di navbera şervanên QSD û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de didome. Şervanên QSD‘ê bersiva tund dide êrîşan. Hate gotin ku gelek kuştî û birîndaran dagirkeran hene.

Di heman demê de balafirên artêşa dagirker bi koordîneya balafirên keşfê bajêr bombebaran dike.

Li gel bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dagirkeriyê ve rewşa sivîlên ku di bajêr de mane di xeteriyê de ye.

ANHA


Mijarên Din