QSD‘ê hişyariya kareseteke mirovî kir

QSD‘ê bang li civaka navdewletî û Koalîsyonê kir ku rê li ber êrîşên pêkane ji aliyê Tirkiyê ve bigire ku bibe sedema kareseteke mirovî.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di daxuyeniyeke nivîskî de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye got, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li ser sînor li pêşberî kareseke mirovî muhtemel in.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hemû sînyal, daneyên meydanî û tevgera leşkerî ya li aliyê Tirkiyê li ser sînor dide nîşandan ku herêmên li ser sînorê dê rastî êrîşeke ji aliyê Tirkiyê ve bi hevkariya Opozisyona Sûriyê ya girêdayî wê were."

QSD‘ê hişyarî da û got "Ev êrîş dê bibe sedema rijandina xwîna bi hezaran sivîlan, ji ber ku herêmên me yên li ser sînor tijî sivîl in."

QSD‘ê di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û hemû dewletên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ kir ku berpirsyartiyên xwe pêk bînin û rê li ber kareseke mirovî muhtemel bigire."

ANHA


Mijarên Din