QSD‘ê hewldana êrişeke mezin a li ser Zirganê têk bir

Şervanên QSD‘ê êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ya li ser navçeya Zirganê têk birin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra îro saet derdora 17:00‘an bi çekên giran û panzêran êrişî navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kirin.

Şervanên QSD‘ê berisva êrişan dan, erebeyeke zirxî tevî kesên tê de teqandin û êrişa dagirkeran vala derxistin. Di encamê bersivdayînê de kuştî û birîndaran dagirkeran çêbûn.

Li aliyekî din jî hejmareke sîxurên artêşa dagirker û çeteyên wê ku xwestin derbasî navçeya Til Temirê ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatin giritin.

ANHA


Mijarên Din