QSD`ê hewldana dagirkeran a derbasbûna gundekî Girkê Legê têk bir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Banokiyê yê bakurê Girkê Legê ku li ser sînor e, bi çekên giran topbaran dike. Şervanên QSD`ê jî hewldana artêşa Tirk a dagirker a derbasbûna gund vala derxist.

Topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Girkê Legê ku sivîl têde hene, dewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Banokiyê yê bakurê Girkê Legê ku li ser sînor e, bi çekên giran topbaran dike.

Nûçegihanên me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan derbasî gundê Banokiyê bibin, lê şervanên QSD`ê berisv da û şer derket. Di encamê de şervanên QSD`ê hewldana dagirkeran têk bir.

(kc)

ANHA


Mijarên Din