QSD: Hemleya Tunekirina Terorê dê heta pêkanîna hemû armancan bidome

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku dê hemleya ku li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li bejahiya rojhilatê çemê Xabûrê û sînorê Sûriye-Iraqê dest pê kiriye, heta pêkanîna tevahî erkê berdewam be.

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Êrişên DAIŞ’ê di demên dawîn de zêde bûn, bi wê re jî xetereyeke rastîn li dijî aştî, ewlehî û aramiyê heye.

Piştî çalakiyên lêpirsîn, komkirina agahiyan bi hevkariya bi hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî Terorê û koordîneya bi artêşa Iraqê re, hêzên me dest bi ‘Hemleya Tunekirina Terorê’ ya serdegirtin û şopandina şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li bejahiya rojhilatê çemê Xabûr û sînorê Sûriye-Iraqê kir.

Ev hemle cih û şaneyên DAIŞ’ê ku bûne metirsiya li ser mirovan, ewlehî û aramiya herêmê derbe dike, hedef digire û bi wê re ev tevlihevî gefan li vegera DAIŞ’ê dixwe.

Hemleya Tunekirina Terorê ku hêzên me bi Koalîsyona Navdewletî re dest pê kiriye, bi rêk û pêk dimeşe, heta niha encamên baş bi dest xistine. Her wiha dê heta serxistina tevahî erka li pêşiya me dewam bike."

ANHA

 


Mijarên Din