QSD‘ê encamên şer û berxwedana 3 rojên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandina QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana 3 rojên dawî eşkere kir. QSD‘ê ragihand ku di çarçoveya bikaranîna mafê parastina rewa de 2 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandina QSD‘ê bi daxuyaniyekê nivîsîkî encamên şer û berxwedana rojên 64, 65 û 66‘emîn de li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve, planên xwe yên bi armanca dagirkirina herêmên nû, li gor wê êrîş û tevgerên dagirkeriyê didomînin. Artêşa dagirker, li seranserê sînor û li ser herêmê bi balafirên bêmirov faaliyetên keşifê li dar dixe û li gelek qadan bi dijwarî herêmên sivîl, cîh bi cîh topbaran dike.

Ebû Rasên

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, obus û hawanan gundên Ing Elhewa û Til Werid bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de gelek ziyanên maddî di mal û milkên, welatiyên herêmê de çêbûn.

Til Temir

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve bi obus û hawanan êrîşek dijwar bir ser gundên Erîşa, Fêseliyê, Til Şeîr û Rîhaniyê, her wiha  çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryanî. Di encama çarçoveya parastina rewa de şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî bersivê êrîşan dan û 2 çeteyên dagirker hatin kuştin. Her wiha di topbarana artêşa dagirker de ziyaneke maddî gihişt mal û milkên welatiyên herêmê.

Eyn Îsa

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete êrîşên xwe yên dagirkeriyê li herêmê didomînin. Artêşa dagirker a dagirker û çeteyên we, bi çekên giran, obus û hawanan gundên Qiz Elî, Tibêna, Sewame, Sarûnc û Xefiya bi dijwarî topbaran kirin. Di topbarana artêşa dagirker de ziyana maddî di mal û milkên welatiyên herêmê de çêbû.

Di encama van êrîş û topbaranên ku artêşa dagirker li dar xistine de, gelek ziyanên maddî gihişte mal û milkên sivîlan. Her wiha di şerên cuda de 2 şervanên me ku birîndar bibûn şehît ketin."

ANHA


Mijarên Din