QSD: Em ê li gorî agirbestê tev bigerin

Fermandariya Giştî ya QSD‘ê diyar kir ku ew ê li gorî agirbestê tev bigerin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî lihevkirina agirbestê ya di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de daxuyaniyeke nivîsikî weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi nûnertiya cîgirê serok birêz Mike Penece, îro lihevkirina agirbeta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Dewleta Tirk de hate ragihandin. Ev lihevkirin ji bo qada eniyên şer ji aliyê rojhilat bajarê Serêkaniyê yê heta rojava heta aliyê bajarê Girê Spî derbasdar e. Lihevkirina agirbestê dê ji saet 22:00 bikeve meriyetê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk teqez dike ku ew ê li gorî lihevkirina agirbestê tev bigerin û bang li dewleta Tirk dikin ku ew jî li gorî lihevkirinê, tev bigerin.”

(bb)

ANHA


Mijarên Din