QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin

QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên ku li herêmên dagirkirî şervanên YPG’ê hatine şehîdxistin, derewandin û dyar kir ku ev daxuyanî bi armanca şerê taybet tên dayîn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe bersiv da îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker, di demên dawî de di dîrokên cuda de, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi armanca şerê taybet hinek daxuyaniyan dide.

Di wan daxuyaniyan de tê ziman ku qaşo li herêmên di bin dagirkeriya wan de şervanên YPG’ê hatine şehîdxistin.

Ew daxuyaniyên bi vî şeklî bi armanca şerê taybet tên dayîn û tu eleqeya wan bi rastiyê re tune ye.”

ANHA


Mijarên Din