QSD: Di encama bersivdana hêzên me de herî kêm 15 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kirin.

Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ebû Rasên û Til Temir

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve êrişên xwe yên dagirkeriyê domandin. Li gundên Ingel-Hewa, Til El-Werd, Xirbe Dibs, Bab El-Fereş, Til Mihemed û Ûm El-Îşba artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin, bi seyareyên zirxî û piştevaniya hêza hewayî pêş de werin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de şer derket. Li gelek qadan şerên demdirêj qewimîn û di encam de herî kêm 15 çete hatin kuştin. Her wiha 2 seyareyên leşkerî hatin rûxandin.

Eyn Îsa û Kobanê

Artêşa dagirker û komên çete bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe û kontrolkirina rêka M4 a navdewletî êrîş birin ser gundên Xirbet Faris,  Boxaz Sêgir, Şêrgirad û Mesûdiyê kirin.

Di encama bersivdana êrîşan de şer derket û li gelek qadan hejmarek çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin. Hejmara kuştî û brîndaran nehat zelalkirin.

Di encama bersivdana hêzên me de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 seyareyên leşkerî û maşîneyek kar harin rûxandin.

Di vê berxwedanê de 8 hevalên me brîndar bûn.”

(kc)


Mijarên Din