QSD: Çeteyê artêşa Tirk a di amadekariya suîkastê de hat girtin

Navenda Ragihandina QSD‘ê ragihand, yekîneyên ewlekarî yên QSD‘ê bi operasyoneke taybet serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girtin, ku birayê serçete yê êrîşî cenazeya şervana YPJ‘ê şehîd Amara Rênas dikir.

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, di dîroka 6‘ê Mijdarê de, di encama şopandina dirêj de hêzên wan bi operasyoneke taybet serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên ser bi wê ve, li gel êrîşên dagirkeriyê yê li bakûrû Sûriyê û rojavayê Kurdistanê, bi armanca avakirina gengeşî û alozî di nav gel de şaneyên xwe yên veşartî dixin tevgerê û plansaziyên êrîşan dikin. Yekîneyên me yên Ewlekarî, demek dirêj e kesên ku li hemberî  gel û hêzên me yên leşkerî plansziya êrîşan dikirin şopandin. Di dîroka 6‘ê Mijdarê de, di encama şopandina dirêj de hêzên me bi operasyoneke taybet serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girtin. Serçete, birayê serçeteyek din bi navê Mihemed Zaîm e ku di nav êrîşan dagirkeriyê de bi awayek çalak cîh digire. Mihemed Zaîm yek ji çeteyên ku êrîşî cenazeya şervana YPJê şehîd Amara Rênas dikirin e. Hate tesbîtkirin ku serçeteyê niha di nav Ceyş El-Îslam de tevdigere, bi birayê xwe re di nav pêwendiyê de bû da ku li hember fermandarên QSDê plansaziyên êrîşan pêk bînin."


Mijarên Din