QSD: Bi vekişîna hêzên Amerîkayê re, rejîm bi piştevaniya Rûsyayê berê xwe dide Minbicê

QSD’ê diyar kir ku bi ragihandina DYA’yê ya vekişîna ji herêmê, hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê leşkerên xwe ber bi Minbicê ve birin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê tekez kir ku encama yekemîn ji vekişîna Amerîkayê, binkeftina peymana mekanîzmaya ewlehî ye û hêzên rejîmê yên bi piştevaniya Rûsyayê xwe amade dikin ku ber bi Minbicê ve biçin.

QSD’ê ji nû ve mîsoger kir: "Çi êrîşeke Tirkiyê pêk were, dê bi xwe re karesetan li herêmê pêk bîne."

Dewleta Tirk ji demekê ve gefên êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Di saetên sibehê de, hêzên Koalîsyonê ji nuqteyên Girê Spî û Serêkaniyê vekişîn.

Her wiha nûnerê Amerîkayê yê berê yê Koalîsyonê Brett McGurk hişyar kir ku vekişîna Amerîkayê dikeve xizmeta Rûsya, Îran û DAIŞ’ê.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din