QSD`ê bargehek artêşa Tirk kir hedef, 3 leşker hatin kuştin, 17 jî birîndar bûn

Hêzên Sûriye Demokratîk bersîva topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Qesir Dîb ê gundewarê Dêrikê dan û bargehek kirin hedef. Di encamê de 3 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin û  17 din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker topbarankirina gundên sivîlan li seranserî xeta sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji aliyê xwe ve Hêzên Sûriye Demokratîk mafê rewa yê parastinê bi kar tîne û bersîva jêderên topbaranê dide.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanên me ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundê Qesir Dîb li bakurê Dêrikê topbaran kirin. Hêzên Sûriye Demokratîk bersîv dan û bargehek leşkerî ya dagirkeriyê kirin hedef.

Di encama bersîva hêzê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 17 din jî birîndar bûn.

Hêzên Sûriye Demokratîk îro bargehek artêşa Tirk a dagirker li heman herêmê ku sivîlên gund dikir hedef rûxandibû.

ANHA


Mijarên Din