QSD‘ê  50 km bi pêş de çû, 21 çete hatin girtin

QSD‘ê di çarçoveya Pêngava Tunekirina Terorê de ya li djiî şaneyên çeteyên DAIŞ‘ê li gundewarên Hesekê û Dêrazorê de 50 km bi pêşde çû, 21 çete girtin, her wiha miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin.

Pêngava Pêngava Tunekirina Terorê de ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ya ku QSD‘ê duh da destpêkirin berdewam dike. Şervanên QSD‘ê ji duh heta niha ve 50 km bi pêş de çûn. Di sergirtina baregehên wan de 21 çete girtin û miqdarek çebilxane, çekên klaşînkov, rext, çerçûr, mayîn, demançe û bombeyên destan desteser kirin.

Fermandara QSD‘ê Cîhan Şêx Ehmed ji ANHA‘yê re axivî û diyar kir ku pêngav li gorî ku hatiye plankirin didome. Her wiha destnîşan kir ku gelek şaneyên DAIŞ‘ê yên ku QSD‘ê wan dixwazin hatin girtin.

Cîhan Şêx Ehmed anî ziman ku Pêngava Tunekirina Terorê di nava van herdu rojan de 50 km bi pêşde çû û pêşdeçûn hîna berewam e.

Fermandarê QSD‘ê Sason Tolhildan ji ANHA‘yê behsa zehmetiyên ku li pêşiya wan derdikeve kir û got, rûbera berfireh a sehrayê ku aliyekê wê bi sînroê Iraqê ve girdayî ye û got, ev yek rê dide çeteyên DAIŞ‘ê ku di sînor de birevin.

Sason got, tevî zehmetiyan ew ê pêngavê bidomînin heta bighêjin rexê çemê Firatê yê bakur û rojhilatê Dêrazorê û herêmê ji şaneyên DAIŞ‘ê yên ku ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan dixin xeteriyê paqij bikin.

Pêngav duh ji bajarokê Deşîna yê başûrê rojhilatê bajarê Hesekê dest pê kir. Li gorî QSD‘ê dê gundewarê Hesekê heta bakurê rojilatê Dêrazorê ji şaneyên DAIŞ‘ê werin paqijkirin.

Fermandariya Giştî ya QSD‘ê îro bi daxuyaniyekê got: " Piştî çalakiyên lêpirsîn, komkirina agahiyan bi hevkariya bi hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê û koordîneya bi artêşa Iraqê re, hêzên me dest bi ‘Pêngava Tinekirina Terorê’ ya serdegirtin û şopandina şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li bejahiya rojhilatê çemê Xabûr û sînorê Sûriye-Iraqê kir."

Her wiha diyar kir: " Ev pêngav cih û şaneyên DAIŞ’ê ku bûne metirsiya li ser mirovan, ewlehî û aramiya herêmê derbe dike, hedef digire û bi wê re ev tevlihevî gefan li vegera DAIŞ’ê dixwe."

Li gorî fermandarên QSD‘ê 6 hezar şervanên QSD, YPJ û Hêzên Komandos bi hevakariya asîmanî û bejahî ya hêzên koalîsyonê beşdarî pêngavê bûne.

ANHA


Mijarên Din