QSD‘ê 17 çete girtin

Di pêngava QSD‘ê ya li dijî şaneyên DAIŞ‘ê de li bejahiya Hesekê û Dêrazorê de 17 çete hatin girtin.

Nûçegihanên ANHA‘yê yên ku pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ‘ê dişopînin, ragihandin li bejahiya Dêrazor û Hesekê de 17 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dest bi pêngavekê leşkerî kir.

QSD‘ê ragihand ku şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê di demên dawî de ji rewşa tedbîrên li dijî koronavîrusê sûd girt û sûcên şer li dijî sivîl û leşkeran de bi kar anîn.

Fermandarê QSD‘yê yê herêma Dêrazorê Ednan Efrîn ragihand ku pêngav li ser banga rûspiyên herêmê ji bo parastina wan ji şaneyên DAIŞ‘ê hate destpêkirin.

Derdora 6 hezar şervanên QSD, YPJ, Hêzên Komandos beşdarî pêngavê bûne. Hêzên Koalîsyonê jî dê desteka bejahî û asîmî bide.

Di çarçoveyê pêngava de ku dê derdora  hefteyekê dewam bike dê herêma xeta ji navçeya Deşîşê ta Baxozê ber bi sînorê Iraqê ve ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê werin paqijkirin.

ANHA


Mijarên Din