QSD: 103 çeteyên artêşa dagirker li Bakurê Sûriyê hatin kuştin

QSD`ê ragihand ku di şerê 14`ê Cotmeh Bakurê Sûriyê de, 103 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandi û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî şer û êrîşên dagirkeriya Tirk a 14`ê Cotmeh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da raya giştî

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa dagirker û çeteyên wê li Bakurê Suryê û Rojvayê Kurdistanê berdewam dike.

Di çarçoveya Berxwedana Cenga Rojava de:

Eniya Serêkaniyê

Li xeta Alya, eniha rojava û êniya rojhilat de şer bi dijwarî berdewam kir. Artêşa dagirker bi êrîşên hewayî, top û tankan xwest pêş bikeve. Di encama şerên dijwar de tangek, 2 panzêr û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin; 59 çete hatin kuştin.

Di encama berxwedanê de 11 şervanên me şehîd bûn û 24 ji birîndar bûn.

Eniya Girê Spî

Ji danê beyanî ve dema balafirên keşfê li ser tevahî herêmê tevger dikir, ji aliyê balafirên şer ve jî dihat bombebaran kirin. Li hember çeteyan li herêma Tirwazî û rêya giştî şerek giran qewimî. Di encama şerên dijwar de panzerek, tangek û wesayîtek zirxî hat rûxandin û 38 çete hatin kuştin.

Herwiha di şerên giran de 7 şervanên me şehîd bûn û 15 hevalên me jî birîndar bûn.

Di xeta Silûkê de di lêdana balafirên şer de 4 şervanê me şehîd bûn.

Di rêya navbera Eyn Îsa û Çelebî de çeteyên ku xwastin bikevin hundir beramberî bersivdayina şervanên me de 4 çete hatin kuştin û şervanek me şehid bû.

Eniya Dirbêsiyê

Artêşa dagirker bi top û çeken giran bajar dan ber topan. Di encama bersivdayîna şervanên me de 2 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bun.

Eniya Dêrik

Gundê Xirba Belka a ser bi Girkêlegê ji aliyê dewleta dagirker ve hat topbarankirin. Herwiha li kêleka wê balafirên şer û yên keşfe li seranser bajarên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tevger kirin.

Bi giştî di tevahiya şerê roja 14`ê Cotmehê de 103 çeteyên artêşa dagirker a Tirk hatine kuştin, bi dehan birîndar bun. 2 Tang, 2 panzêr, 2 wesayîtên doçkabarkirî û wesayîtek zirxî jî hatiye rûxandin.

Di nav vê berxwedanê de 23 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, 39 jî brîndar bûn.”

(kc)


Mijarên Din