‘Qêrîna Zeytûnê‘, armanc rizgarkirina herêmên dagirkirî ye

Însyatîfa "Qêrîna Zeytûnê" armanc dike ku Efrîn û herêmên dagirkirî xebata sereke ya civînên kurdî û navdewletî be.

Dagirkirina Efrîn derbasî sala 3‘yan dibe bêyî ku nîşaneyên bidawîbûna vê karestekê diyar bibe û şênî vegerin malên xwe.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sala 2018‘an li ser kantona Efrînê bi sed hezaran şênî ji warê xwe hatin derxistin û li kampên kantona Şehbayê, bajarê Heleb û deverên din ên Sûriyê ne. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên ku ji warê xwe derneketine asteng dikin da ku wan bidin koçberkirin.

Derbarê bûyerên ku li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî rû didin de, hejmarek rewşenbîr û siyasetmendarên Efrîna dagirkirî diyar kir ku ku li Efrînê qirkirineke çandî tê meşandin, divê partiyên Kurd bibin yek û li hemberî hemleya qirkirinê bisekinin. Her wiha bang li aliyên navnetewî kirin ku doza Efrîn û herêmên din ên dagirkirî xebata sereke ya bernameya wan a bi armanca bidawîkirina dagirkeriyê be.

Ji bo naskirina armanca însyatîfa "Qêrîna Zeytûnê" û asta têkiliyên wê bi aliyên kurdî re nivîskar, sînemager û endama komîteya berpirsyar ya însyatîfê Mehmûd Çeqmaqî ji ANHA‘yê re axivî.

ARMANCA ÎNSYATÎFÊ

Armanca însyatîfa "Qêrîna Zeytûnê" ya ji aliyê rewşenbîr û siyasetmendarên Efrînê yên li hundir û derveyî welat ve hatiye ragihandin ew e ku Efrîn û herêmên din ên dagirkerî xebata sereke ya hemû civîn û lihevkirinan be da ku dawî li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê were û şênî li warê xwe vegerin.

Her wiha, çarenûsa bi hezaran girtî û windayan were diyarkirin û sûcdarên van kiryaran werin darizandin û tawîz ji malbatên qurbaniyan re were dayîn.

Mehmûd Çiqmaqî diyar kir ku yekîtiya Kurd gaveke girîng û pîroz e, lê ew şênî, siyasetmedar û rewşenbîrên Efrînê nêrîn û daxwazên wan hene ku her sê herêmên kurdî yên Rojava yên dagirkirî neyên jibîrkirin.

Têkildarî civînên bi armanca avakirina yekitiya Kurd ên di navbera aliyên Kurd  Çeqmaqî ev tişt anî ziman: "Em nizanin bê ka çi di van civînan de çêdibin. Lê xema ew e ku çi lihevkirin an daxuyaniyek hevpar di navbera aliyan de çêbibe divê Efrînê û bajarê din ên kurdî daxwaza pêşîn a van aliyan be. Ji ber ku me merheleya xetên qalind derbas kir, divê em vegerin bajêr û malên xwe."

Çeqmaqî her wiha destnîşan kir ku her belgeyek siyasaî, an exlaqî an civakî ku herêmên kurdî yên dagirkirî ne mijarên sereke ev civîn û lihevkirin wê kêm be.

DERENGMAYÎN BINPÊKIRINAN ZÊDE DIKE

Hêzên dagirker ji destpêka dagirkirina Efrînê ve guhertina demografî didomînin, şêniyên Kurd ji cihê wan didin koçberkirin û malbatên biyanî li şûna wan bi cih dikin.

Mihemûd Çeqmaqî diyar kir ku armanca wan êşa gelê xwe ji aliyên têkildar re ragihînin û wiha domand: " Em dixwazin îro beriya sibe, vegerin welatê xwe. Her çiqasî gavên vegerê dereng bimîne binpêkirinên û kiryarên li dijî xelkê me yên li Efrînê mane û yên koçberî Şehba û Ewropayê mane zêde dibin."

Çeqmaqî her wiha got: "Divê sozên rast hebin ku em bi keramet vegerin bajarên xwe ji Efrîn, Serêkaniyê ta Girê Spî. Her çendî xebat hate meşandin û hîn jî tê meşandin divê em nas bikin ku ev têrê nake ji ber tevahî herêmên din di xeteriyê de ne û ne dûrî gefan e. Divê em herêmên din biparêzin."

Nivîskar, sînemager û endama komîteya berpirsyar ya însyatîfê Mehmûd Çeqmaqî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hevdîtinên wan bi rewşenbîr, mamoste û hunermend û hemû aliyên siyasî yên xwedî bandor li ser civakî re hene û got: "Em xwediyê însyatîfê ne, em ê bixebitin da ku qêrîna zeytûnê bighînin hemû aliyan, lê heta niha bi awayekî fermî bersiv nehaitye dayîn, em jî li benda bersivê ne."

ANHA


Mijarên Din