Qonaxa yekemîn a projeya `Rubara lehî` ber bi dawîbûnê ve dice

Şaredariya Gel a Kobanê hindek maye qonaxa yekemîn a projeya `Rubara lehî` bi dawî bike. Ev 5 meh in xebatên projeyê tê kirin.

Ji Sibata borî ve, Şaredariya Gel a bajarê Kobanê dest bi projeya `Rubara lehî` kiriye. Armanc ew e ku azara şêniyan a ji ber lehiyan bi dawî bikin.

Piştî derbasbûna 5 mehan, hindek maye şaredarî qonaxa yekemîn a projeyê bi dawî bike. Şardarî di vê qonaxê de qanalek ji Mala Sêwiyan a li başûrê bajêr heta taxa Kaniya Kurdan a li bakurê bajêr, bi dirêjahiya 3 hezar û 500 metreyan kola. Kûrahiya qanalê du metre ye.

Dihat payîn ku qonaxa yekemîn di 3 mehan de bi dawî bibe, li gorî berpirsên şaredariyê, ji ber hindek astengiyan, xebat dereng ma.

Endezyar Nayif Cemal Xellî berpirsê projeyê diyar kir ku ji ber qerebeliqa tirafîkê, kêmbûna madeyên avakirinê, ji ber hesasyeta toreyên kehrebe û kanalîzasyonê xebat dereng ma.

Xellî got, “Hindek maye qonaxa yekemîn bi dawî bibe û niha xebatên dawîn ên projeyê li qada Jina Azad tên kirin. Em amedekariya qonaxa duyemîn dikin.”

Di qonaxa duyemîn de tê payîn ku qanalek ji Mala Sêwiyan heya Goristana Şehîd Dîcle ya dikeve başûrê bajarê Kobanê bê kolan. Ev xet li gorî rubara lehiyên ku li bajêr çêdibin tê hesibandin.

Ji ber lehiyên ku di zivistana borî de çêbûne, zirar dan şêniyên taxa Kaniya Kurdan. Hêjmarek ji malan wêran bûn. Şênî hêvî dikin ku şaredarî karibe beriya zivistanê projeyê bi dawî bike, da ku careke din rastî rewşek wek par neyên.

Di qonaxa dawîn ya projeyê de, dê bendavek ku 60 milyon m3 avê li hilbigre were avakirin da ku şêniyên taxa Kaniya Kurdan ji bo çandiniyê jî sûdê ji avê bigrin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din