Qonaxa duyemîn ji pêşbirka "Nivîskarên Paşerojê" bi dawî bû

Qonaxa duyemîn ji pêşbirka "Nivîskarê Paşerojê" ya zarokan bi tevlîbûna 51 zarokî bi dawî bû. Di rojên bê de wê pêşbirk derbasî qonaxa sêyemîn bibe.

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê bi hevkariya komîteya wêje û mamosteyên zimanê erebî, ji bo teşwîqkirina zarokan li ser xwendinê û di paşerojê de bibin nivîskar, di 15 Îlonê de dest bi qonaxa yekemîn ji pêşbirka zarokan bi sernavê"Nivîskarê Paşerojê" li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo kir.

Duh ezmûna qonaxa duyemîn ji pêşbirkê bi awayekî nivîskî bidawî bû. Paşê wê komîteya amadekar nivîsê û rêbazê nivîsandinê binirxîne.

Dê di rojên bê de pêşbirk derbasî qonaxa sêyemîn be.

Di qoaxa sêyemîn de wê were xwestin ku nivîsekê ji berhemên xwe binivîse (Kurteçîrok, Helbest û pexşan) û li pêş komîteyê bixwîne da ku zarokên serkeftî werin diyarkirin.

Tê payîn ku pêşbirka Nivîskarê Paşerojê ya Yekemîn a Zarokan dê bi awayekî asayî her sal di Hezîranê de beriya ku dibistan werin vekirin li dar bikeve.

ANHA


Mijarên Din