​​​​​​​Qirkirina Şengalê li Fînlandiyayê hate protestokirin

Kurdistaniyên li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye, bi çalakiyekê qurbaniyên qirkirina li Şengalê bi bîr anîn.

Bi dehan kurdistaniyên li paytexta Fînlandiyayê beşdarî çalakiya bîranîna şehîdên qirkirina Şengalê ya li dijî Êzidiyan bûn ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk anîbûn.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û banga parastina Şengalê hate kirin.

Her wiha belavokên girêdayî komkujiyê bi zimanê fînlandiyayî û îngilîzî hatin belavkirin.

ANHA


Mijarên Din