Qiralê Urdinê hişyarî der barê şerê Urdin-Îsraîlê de da

Qiralê Urdinê hişyarî da ku heka Îsraîlê Difa El-Xerbiyê tev li xaka xwe kir, dê şerek di navbera Urdin-Îsralê de derkeve.

Qiralê Urdinê Abdullah Bin El-Husên, di hevpeyvînaekê de bi kovara Spiegel Monastery a almanî re,  hişyarî der heqê planên Îsraîlê yên dawî yên tevlêkirina Difa El-Xerbiyê ya li xaka Îsraîlê da.

Qiralê Urdinê wiha got: "Rêveberên ku banga hewlandina yek dewletê dikin, encamên ku dê bi xwe derxîne nizainin. Piştî desthilata nîştimanî ya Filistinê hilweşî gelo dê çi bibe? dê li herêmê alozî û yekalî zêde bibin. Heke bi rastî Îsraîlê di Tîrmehê de Difa El-Xerbiyê tev li xaka xwe bike dê bi xwe re şerê di navbera Urdin û wê de bîne."

Abdullah Bin El-Husên wiha bi dawî kir: "Helandina yek dewletê hê jî bi tundî di Komkara Erebî de tê redkirin, dema plana helandina yek dewletê beriya 6 an 7 mehan hatiy pêşniyarkirin Qiral Selman Bin Abdulezîz red kir û piştrast kir ku Erebistana Siûdî bi dewleta Filistînê re ye."

(fr)


Mijarên Din