Qetilkirina her du rêveberên Meclisa Deşîşayê li Şamê hate şermezarkirin

Kongreya Star a Şamê bi daxuyaniyekê qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna endamên kongreyê li taxa Zorava ya Şamê hate xwendin.

Di daxuyaniyekê  hate gotin : "Em vê sûcê hovane yê ku komên terorîst ên ku desteka xwe bi dewleta Tirk pêk anîne şermezar dikin. Em wekî jinên Kurd destekê didin tevahî jinan, heger Ereb an Kurd, an Suryan an ji neteweyên din bin. Em bi hemû jinên cîhanê re da ku bighêjin azadiya xwe û zihniyeta desthilatdar a sûcar têk bibin.

Em ji dibistana rêber Abdullah Ocalan fêr bûne ku her çiqasş êriş li ser jin û tevgera wê ya rizgarkiriyê zêde bibin em hêz û îsrara xwe zêde bikin. Bi vê baweriya bi rêbertî û doza me re, em bang li hemû aliyên têkildarî mafên mirovan dikin ku li hemberî komên ku jinan direvînin û qetil dikin bisekinin û hesab ji wan û alîkarên wan bixwazin."

Di dawiya daxuyaniyê de diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan reû silavkirina berxwedana jinan hatin berzkirin.

ANHA


Mijarên Din