'Qetilkirina her du rêveberên jin sûcek li dijî mirovahiyê ye'

Meclisa Jinan a Sûriyê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr bi sûçekî li dijî mirovahiyê  û hedefgirtina projeya demokratkî a bi pêşengtiya jinan bi nav kir.

Meclisa Jinan a Sûriyê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cûda qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr şermezar kir.

Di daxuyaniya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate gotin: "Di hewldaneke xeter de ya bi armanca xirabkirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komên çete yên terorêst hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê ya başûrê kantona Hesekê birêz Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê birêz Hind Letîf El-Xidêr ji malên wan revandin û ew birin cihekî ne diyar, piştre ew bi guleyan şehîd xistin.

Meclisê ev kiriyara hovane bi sûcekî qirêj li dijî mirovahiyê û li dijî jinan  bi nav kir û got: "Armanca ji vê yekê hedefgirtina projeya neteweya demorkatîk û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ya ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengtiya wê dikin ku bi keda bi hezaran şehîdên ji hemû pêkhateyan hatiya damezirandin û li xweşiya dijminên mirovahiyê û gelan nehat.

Em vê kiryarê terorîst ê hovane yê li dijî jinan û li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û bang dikin ku ji planên ku jinan dikin hedef hişyar û balder bin. Jin pêşengtiya guhertinê dikin û dikarin di hemû qadan de gelek destkeftiyan bi bidest bixin û ji hemû jinên cîhanê re bibin mînak. "

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahî rêxistinên jinan ên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê wê kir ku li hemberî planên ku têkoşîna jinan û destkeftiyên wan dikin armanc hevgirtî bin û wiha bi dawî kir: "Jinan ku dikarîn rêxistinên terorîst ên herî xurt di cîhanê de têk bibin, hêjayî ne ku jiyan û mafên wan were mîsogerkirin."

Di daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyê de bal hat kişandin ser tundiya li ser jinan û hate gotin: "Şerê ku li Sûriyê rû dide ziyanên mezin gihandin rewşa jinan. Hedefkirina jinên çalakvan tundiyeke plankirî ye, armanc jê ew e ku hêza jin a bedenî, hişmendî û dirûnî xirab bikin."

Meclisê qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr şermezar kir û banga hesabxwestinê ji sûcdara kir. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxisitnên hiqûqî kir ji bo bidawîkirina sûc û tundiya li ser jinan bixebitin.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku "Rola jinan di dan û standin ên ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin zêdetir aktîv bike. Ji ber ku jin fatora herî mezin a şer û aloziyê dide. Her wiha tevahî belge, peyman û biryarên girêdayî mafên jin û mirovan aktîv bike."

ANHA


Mijarên Din