'Qetilkirina Bariş Çakan sûcekî çewisandina çanda Kurdan e'

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk şaxê Helebê bi daxuyaniyekê sûcê qetilkirina Bariş Çakan şermezar kir. 

Daxuyanî ji aliyê endama KPC-Demokratîk  Hêva Hebeş ve li qada Dibistana Şehîd Alan Mihemed û bi amadebûna mamoste û endamên komîteyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujî û fermanên li dijî Kurdan hatin bibîranîn û hate gotin ku sûcê qetilkirina Bariş Çakan ji ber ku muzîka kurdî guhdar kiriye, di çarçoveya sûcên bi armanca çewisandina çanda gelê Kurd û tunekirina nasnameya wî de ye.https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/06/04/113302_093516_help-daxyane-e280ab28129e280ac.jpg

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din