Qedrî Cemîl: Kongreya MSD’ê nimûneya çareserkirina aloziya Sûriyê ye

Sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl diyar kir ku ew li ser lidarxistina “Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê” bi hêvî ne û got dê serkeftina kongreyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bibe nimûne.

Sekreterê Partiya Vîna Gel û serokê bloka Moskovê Qedrî Cemîl bi rêya tora Zoomê beşdarî kongreya MSD`ê ya li bajarê Hesekê bû. Cemîl got: “Ev kongre xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku tekeziyê bi diyalogê dike. Pêwîstiya Sûriyê bi diyalogê heye.”

Cemîl her wiha daxuyand ku kesên diyalogê red dikin, aştiyê jî red dikin û şer dixwazin û wiha dewam kir: “Yên ku tenê bi hêzê didin û distînin û diyalogê qebûl nakin, ew aloziyê kûrtir dikin û rê li çareseriyê digirin.”

Her wiha Cemîl tekez kir ku divê diyaloga aştiyane wekî bingehê çareserkirina aloziya Sûriyê bê dîtin û wiha domand: “Tekane rêbaza derketina ji vê aloziyê, diyaloga aştiyane ya di navbera hemû aliyên sûrî de ye. Diyalog îro pêwîstiyek e. Ji destpêkê ve pêwîstiya me bi diyalogê hebû, li şûna ku ew qas xwîn bê rijandin.”

Sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl tekez kir ku serkeftina vê kongreyê dê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bibe nimûne û destnîşan kir ku divê bi awayekî domdar kongreyên bi vê rengî bên lidarxistin û wiha pê de çû: "Ji bo yekkirina xaka Sûriyê û rawestandina rijandina xwînê, ji bilî vê projeyê tu rêyên din tune ne.”

Her wiha Cemîl daxuyand ku ew ji lidarxistina kongreya  ku “hemû aliyên Sûriyê” digire nava xwe, bi hêvî ye û xwest ku diyalogên bi vê rengî di navbera hemû sûriyan de pêk bên da ku ji bo çalakiya siyasî ku dibe li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya hejmar 2254`an pêk bê, amade bin.

Cemîl di dewama axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiya Xweser kedeke mezin da. Em wekî tecrûbeyeke girîng ku bi wê yekê gel dikare çarenûsa xwe diyar bike, dihesibînin.”

Her wiha Cemîl destnîşan kir ku hikumeta rasteqîn ji herêman dest pê dike û got: “Divê sûd ji tecrubeya Rêveberiya Xweser bê girtin û piştgiriya wê bê kirin da ku şaştiyên heyî bên derbaskirin û ji bo hemû herêmên Sûriyê bibe nimûne, ku êdî pêwîstiya tevahî gelê Sûriyê pê heye.”

Sekreterê Partiya Vîna Gel û serokê bloka Moskovê Qedrî Cemîl di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku biryara NY`yê ya 2254`an, çareya hemû pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî ye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din