Qedexeya derketina derve 10 rojên din hate dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya beşî heta 15‘ê Hezîranê dirêj kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarekê qedexeya derketina derve ya beşî ya ji ber Koronavîursê ji sibe heta 15‘ê Hezîranê dirêj kir.

Li gorî biryarê dema qedexeyê ji saet 07:00 heta 18:00‘an e.

Di rojê de, hemû dikan dikarin werin vekirin xebatên pîşeyî were kirin. Her wiha tevgera çûn û hatine di navbera bajar û rêveberiyan de ne qedexe ye.

Di biryarê de hate gotin, ji bilî deriyên Tahiya û Tebqayê  ji bo rewşên mirovî, hemû deriyên din dê girtî bin ta biryarek nû were dayîn.

ANHA


Mijarên Din