Qebîleyên Lîbyayî ji Misirê xwest: Heke êriş li ser Sirtê werin kirin mudaxle bike

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî pêşwaziya rûspiyên qebîleyên Lîbyayê kir. Hevdîtin bi dirûşmeya "Misir û Lîbya ..yek gel û yek çarenûs in " pêk hat.

Serokê Misirê El-Sîsî diyar kir ku armanca xebatên sereke yên Misirê yên li beramberî Lîbyayê di hemû astan de îradeya azad a gel were aktîvkirin da ku pêşerojeke baştir ji bajarê Lîbyayê û nifşên wê re peyda bibe.

Serokê Meclisa Bilind a Rûspiyên Qebîleyên Lîbyayê piştrast kir ku wan ji bang li serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî kir ku, heke li ser herêma Sirtêyê êriş werin kirin, bila Misirê mudaxele bike.

(rm)


Mijarên Din