Qebîleya El-Enze: Kesayetên li Ruhayê nûnertiya eşîrên Sûriyê nakin

Rûspiyekî qebîleya El-Enze ya bakur rojhilatê Sûriyê got: "Yên xwe li erdên Tirkiyê wekî şêx û êlên eşîrên Erebî bi nav dikin, gelê Sûriyê yê hundir temsîl nakin."

Hinek kesayetên ku qaşo îdia dikin ku ew şêx û êlên eşîrên Sûriyê ne, li bajarê Ruha yê Tirkiyê dimînin hewl didin ewlehiyan herêmê têk bibin. Der barê bûyerên kuştina şêxê qebîleya El-Igêdat Metşer Hemûd Cedan El-Hefel, yek ji êlên qebîleya El-Enze (eşîra El-Fedan) ku ji mezintirîn qebîleyên Sûriyê ye Hamid El-Efad ji ANHA`yê re axivî.

El-Efad di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ciwanên qebîleya El-Enze di qadên siyasî û leşkerî de li dijî destwerdanên derve û di nav de Tirkiye, têdikoşin. Xaka Sûriyê diparêzin. Ji bo valederxistina fitneyên derve ku biratiya gelan hedef digrin, hevkariya QSD’ê dikin.”

El-Efad bersiva kesayetên li ser çapemeniyên ku li bajarê Ruhayê îdiaya temsîlkirina eşîrên Ereb ên Sûriyê dikin, da û wiha got: "Ew ne şêx û êlên eşîran in. Ew ajandeyên Tirkiyê pêk tînin û sedema rewşa heyî ya li bajarên dagirkirî (Serêkaniyê û Girê Spî) ne. "

Eşîrên qebîleya El-Enze li herêmên Cizîrê û Firatê, li herêmên Hesekê, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, çolistana Sûriyê û Erebistana Siûdî û Kiwêtê belav dibin. Ciwanên qebîleya El-Enze di 4 salên borî de beşdarî şerên tunekirina çeteyên DAIŞ`ê bûbûn.

Piştî lêpirsîn û mikurhatina endamekî "şaneya hedefgirtinê" ku bi destê îstixbarata Sûriyê hatibû avakirin, hat diyarkirin ku planên hedefgirtina şêx û êlên eşîran, kesayetên navdar û serokên meclisên herêmî yên Dêrazorê, bi awayekî sîstematîk pêk hatine. Hemwextî wê yekê jî dewleta Tirk li bakur rojhilatê welêt şerekî çapemeniyê û derûnî dimeşîne.

(cx)

ANHA


Mijarên Din