Qanûna Qeyser..Rêveberiya Xweser dê çawa aloziyê sivik bike?

Hindek maye Amerîka qanûna Qeyser li hikumeta Sûriyê ferz bike. Li aliyekî din çavdêr dipirsin dê ev qanûn çawa bandorê li herêmên Sûriyê bi taybet herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Li gorî Rêveberiya Amerîkayê di havîna 2013`an de wênekêşek ku berê endamê polîsê leşkerî ya Sûriyê bû û bi nav Qeyser tê naskirin, ji Sûriyê revî û bi xwe 55 wêneyên hov ên cenazeyên ku şûnên îşkenceyê li wan belî dikin, rakir. Qanûna cezayên Amerîka li dijî Sûriyê Qeyser navê xwe ji wî wênekêşî digire.

Qanûn cezayan li serokê Sûriyê Beşar El-Esed, saziya leşkerî, amnî, saziyên hikumeta Sûriyê yên cuda, wezîr, cîgir,gelek karmendên din, şirketên ku alîkariya serok û piştgiriya wî dikin, ferz dike.

Her wiha qanûn cezayan li ser kargehên Sûriyê, bi taybet ên girêdayî binesazî û restorekirina leşkerî û warê enerjiyê ferz dike. Qanûn kargehên leşkerî, binesaziya banka navendî ya Sûriyê dike hedef. Heger Rûsya û Îran piştgiriya xwe ji hikumeta Sûriyê re berdewam kirin li gorî vê qanûn dê werin cezakirin.

Di qanûnê de Rûsya û Îran bi awayekî domdar bibîr dixîne. Destnîşan dike ger her duyan piştgiriya xwe ji Sûriyê qut nekirin dê ceza li ser her duyan bêne ferzkirin. Di qanûnê de bi awayekî diyar, tê gotin ku rayedarên Rûs û Îran ên ku desteka hikumetê dikin dê werin cezakirin.

Li aliyekî din, proje derfetê dide wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo ku desteka rêxistinên ku delîlan li dijî kesên ku sûcên şer li dijî mirovahiyê li Sûriyê ji 2011`an ve û heta îro kirine, bike. Da ku wan bide darizandin.

‘QEYSER.. JI BO KÊMKIRINA ASTA NAKOKIYÊ LI HERÊMÊ’

Pisporê karûbarên aborî Alaa Ferhan got: "Qanûna Qeyser; li gorî gotina DYA`yê ji bo zaîfxistina hêza rejîma Sûriyê hatiye sazkirin. Divê pêk were ji bo ku asta nakokiyê li herêmê kêm bibe û rê li pêşiya kuştina sivîlan bê girtin. Qanûn dê li her kesê têkiliya wê/î bi hikumeta Sûriyê re heye were ferzkirin."

Di dema ku hemû li bendê ne qanûn pêk were, gelekan dipirsin dê bandora vê qanûnê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi be? Şandeyê Amerîka yê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê William Roback got herêmên Rêveberiya Xweser ji vê qanûnê têne îstisnakirin.

Ruxmî axaftina William Roback lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve rastî siyaseta birçîkirin û dorpêçê ji hêla aliyên ku mudexeleya Sûriyê dikin ve tên. Hikumetên Tirkiyê û Iraqê deriyên xwe bi herêmê re girtin. Mîna Qamişlo-Nisêbîn û Yarubiye(Rabîa).

Hikumetên Iraq û Tirkiyê bi hinceta ku ew tenê bi hikumetan re didin û distînin ew derî girtin. Ruxmî ku wan hikumetan deriyê Girê Spî dema DAIŞ`ê bajêr dagir kirbû û deriyên bi bajarên ku çeteyên Tirkiyê kontrol dikin mîna Cerablus, Ezaz  û Idlib vekiri bûn.

RÊVEBERIYA XWESER: NEZELALBÛNA SIYASÎ Û ABORÎ JI HÊLA KOALÎSYONÊ VE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ SÎNORDAR DIKE

Ruxmî ku William Roback got, qanûn herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îstisna dike. Lê heta niha Amerîka yan jî Koalîsyona Navdewletî di vê çarçoveyê de tu gav neavêtine. Girêdayî vî warî cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got: "Madem şirîkên Koalîsyona navdewletî li ser erdê hene û bi hev re ji Cenga Kobanê ve şer dikin û destkeftiyên mezin ji bo berjewendiya civaka navdewletî bidest xistin. Madem ew şer heta niha berdewam e û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherîn navendek cîhanî ji bo şerê li dijî terora navdewletî. Heger veguherînên siyasî û aborî bi wan destkeftiyan re çêne bûn, ne pêkane ev serkeftin bidomin."

Çiya Kurd dibîne ku ev nezalabûna di astên siyasî û aborî de dê xebatên navdewletî yên têkoşîna li dijî terorê li aliyê leşkerî ve sînordar bikin.

Çiya Kurd wiha domand: "Li ger ferzkirina cezayên Qeyser li ser Şamê, divê di radeya yekemîn de rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girêdayî têkoşîna li dijî terorê, di ber çavan re were derbaskirin. Di radeya duyemîn de ev herêm bi rêveberiya xwe ya xweser û şêniyên wê ve yên ku hejmara wan 5 milyon kes derbas dike, gelek zehmetî û tengî derbas kirin."

‘DIVÊ KOALÎSYON DORPÊÇA ABORÎ YA KU LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HATIYE FERZKIRIN BIŞIKÎNE’

Girêdayî tişta pêwîst ku divê koalîsyona navdewletî bike Çiya Kurd got: "Divê Koalîsyona Navdewletî hewl bide deriyên sînor bi Iraqê re veke da ku dorpêça aborî ya ku di bingehê de li van herêman hatiye ferzkirin, bişikîne. Hêsanan ji tevgera bazirganî li wan deriyan peyda bike. Divê rêxistinên navdewletî li ser asta mirovî bi rêya projeyên ku binesaziya herêmê pêş dixînin, piştgiriya herêmê bikin. Divê plansaziyek ji bo destkedayîna herêmê bê dayîn, lê beyî ku têkiliya wê bi siyaseta jinûveavakirinê li herêmên ku bi helwest û siyasetên Şamê ve girêdayî ne û li dijî civaka navdewletî ne, hebe.’

‘TÊKILIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI BANKAN LI DERVE RE TUNE YE’

Çiya Kurd di nav gotinên xwe de got: "Herêm ji aliyê diravî, kar û barên bankayê ve, bi tenê hatiye hiştin. Banka navendî ya Sûriyê jî bi salan e di bin cezayan de ye, herî dawî cezayên qanûna Qeyser. Ji xwe berê jî tu rola wê li herêmê tune bû. Lewma pêwîste çareyek bê dîtin ku mirov karibe li ser van mijarên me behsê kirine bixebite."

SOZÊN TEORÎ JI HÊLA KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ VE HENE LÊ NE ZELALBÛNEK DI MAKENÎZMEYAN DE HEYE

Têkildarî sozên Koalîsyona Navdewletî û Washingtonê ji bo piştgiriya herêmê Bedran Çiya Kurd got: "Heta niha sozên Koalîsyonê teorî ne. Em vê helwestê erênî dibînin. Lê ne zelalbûnek di makenîzmeya pratîk de heye. Em bawer dikin ku ne zelalbûna di planên aborî de bi zelalbûna siyasî ya stratejiyên DYA`yê li hemberî herêmê ve girêdayî ye.”

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DÊ BI CEZAYAN BANDOR BIBE Û RÊVEBERÎ PIŞTA XWE NADE DAXUYANIYÊN TEORÎ

Çiya Kurd bal kişand ser ku di hemû rewşan de dê cezayên Amerîka bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji ber ku beşek ji Sûriyê ye û bi lîreya Sûriyê û bi dolarê bi awayekî ne sereke dide û distîne.

Çiya Kurd wiha berdewam kir: "Lewra Rêveberiya Xweser nikare pişta xwe bide daxuyaniyên teorî. Divê rêveberî bi awayekî cidî rewşê nîqaş bike. Ruxmî karînên xwe yên sînordar lê divê li rêyan bigire ji bo ku hewl bide vê aloziyê derbas bike. Li gel berdewamkirina hilweşîna aboriya Sûriyê ji ber ferzkirina qanûna Qeyser, rêveberî nikare çareseriyên bingehîn peyda bike. Girtekên Rêveberiya Xweser di vî warî de dê tenê asta aloziyê sivik bike."

JI BO SIVIKKIRINA ALOZIYÊ PLANÊN RÊVEBERIYA XWESER ÇI NE?

Têkildarî planên Rêveberiya Xweser ji bo sivikkirina bandora cezayên Qeyser Çiya Kurd got: "Rêveberî ji bo ku rê li pêşiya simsarên diravên biyanî bigir, hewl dide sûkên diravî kontrol bike. Her wiha plan dike sûkên kelûpelan kontrol bike da ku rê li pêşiya kesybaziyê bigire. Dê navendên frotinê, komîteyên çavdêr û şopandina karûbarên diravî û kelûpelan hebin. Rêveberî dê bihayên madeyên bingehîn biparêze da ku bilind nebin. Dê xebatên xwe bi bihayên sembolîk pêşkêş bike."

Çiya Kurd destnîşan kir ku saziyên aborî yên Rêveberiya Xweser dê pêşxistina projeyên aborî yên navîn û xwedî xwezayek aborî li gorî hîmên aborî yên herêmê teşwîq bikin. Rêveberî jî li gorî rêgeza xwetêrkirinê dê hêsanan ji wan re pêşkêş bike.

Di dawiyê de Bedran Çiya Kurd got: “Ev girtek hemû bi asta zanabûna civakî û niştîmanî ve ji bo pêkanîna encamên bi hêvî,  girêdayî ye û ne tenê girtekên îdarî ne.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din