Qanûna Qeyser: Êşeke nû û demdirêj

Mijara Sûriyê bi salan e rojeva herêmê û cîhanê dagirtiye. Niha jî bi Qanûna Qeyser dîsa di rojeva cîhanê de bû mijara sereke.

Bûyerên ku li Sûriyê diqewimin, hemû bi tevn û daraza cîhanê re têkildar in. Him siyaseta global him jî ya herêmî li ser vê axê bûye giloka pirsgirêkan. Vereşandina vê gilokê ne hêsan e û hemû rê û rêbazên heyanî niha hatine bikaranîn jî nebûne rê û çare.

Qanûna Qeyser konseptek e cîhanî ye û tenê dorpêçeke aborî ya bi Sûriyê ve girêdayî nîn e. Destpêka vê konseptê bi awayekî fermî ji bo Îranê kete meriyetê. Niha jî bi Sûriyê berdewam dike. Lê bi awayekî pratîk, bi mebesta Hizbullah li Lubnanê jî ev dorpêça aboriyê dimeşe. Her wiha Rûsya û Çîn jî parçeyekî vê dorpêçê ne. Li gorî ku tê gotin dibe ku Tirkiye û Iraq jî bên dorpêçkirin.

Li milê din hêzên ku vê dorpêçê dimeşînin tenê Amerîka nîn e. Îsraîl, ji bilî Qeterê welatên Kendavê, Misir û welatên Yekitiya Ewropayê jî hevkarên vê bernameyê ne.

QANÛNA QEYSER BERDEWAMA DORPÊÇA LI SER ÎRANÊ YE

Hedef û armancên Qanûna Qeyser jî demdirêj in. Dorpêça aborî ya li Îranê dimeşe, gelek mînakên balkêş nîşanî me dide. Wekî tê zanîn, gelek şîrketên Ewropayê yên ku santralên elektrîkê çêdikin, yên turbînîn petrolê ava dikin, yên balafir û otomobîlan çêdikin, yên maşîneyên pîşesaziya mezin saz dikin, lî Îranê dest kar kiribû. Piştî peymana “sînordarkirina hilberandina atomê ya Îranê” hatibû îmzekirin, ji Ewropayê heyanî Amerîkayê, ji Çînê heyanî Japonyayê gelek şîketên navneteweyî dest bi kar kiribûn. Şîketên wekî Boeing, Siemens, VW, Mercedes, Toyota, Hitachi, Sony, HP, Acer, General Motors û hwd wê an rasterast an jî bi destê şîrketên taşeron li vî welatî çalak bûn. Dîsa dihate hêvîkirin ku aboriya Îranê wê serbest be û kargehên xizmetguzarî yên wek Mc Donalds, Starbucks, Nestle û yên bazirganiya navnetewî dikin jî wê li vî welatî dest kar bikin. Her wiha kargehên kelûpelan jî di nav hewlê de bûn û her diçû mêjera kar zêdetir dikirin.

Lê hemû pêvajo bi daxuyaniyên Trump hate sekinandin. Piştre jî biryara dorpêça aborî kete meriyetê ku ew jî gav bi gav tê şidandin. Hemû şirketên li Îranê dest bi kar kiribûn vekişiyan, yên plan dikirin ku li vî welatî kar bikin, hemû betal kirin.

Ev pêvajo her çiqasî ji bo Îranê ziyaneke aborî be jî, ji bo kargehên navneteweyî jî ziyaneke kar û xebatan e. Li gor wan Îran pazareke 80 mîlyonî ye. Dîsa ji petrole heyanî çandiniyê, pîşesaziyê xwedan derfet e. Her wiha şîkete ku li vî welatî bicîh be dikare li Pakîstan, Afganîstan, Iraq, Qafqasya û heyanî Asyaya Navîn jî bereya karê xwe berfireh bike.

Divê bê fêmkirin ku mebesta dev ji karberdanê li vî welatî tenê “peymana atomê” nîne. Wekî tê gotin ewlehiya Israîlê jî mijara sereke nîn e. Mebesta bingehîn ew bû ku Îran entegreyê aboriya cîhanê nabe. Siyaseta xwe, sazûmaniya xwe, pergala darayî û aboriya xwe, sazî dezgehên burokrasî û leşkerî, binesaziya perwerde û danustendina cîvakê venaguherîne û di encamê de hewil nade ku bibe parçeyekî cîhana kapîtalîst û global. Ev hemberî pergala Îranê redkirineke. Heyanî ev hebe danustandinên li dijî Îranê jî wê berdewam bin.

BERDELA REJÎMA ESED: AMBARGO Û ŞER

Tişta ku niha tê serê Îranê, berê li Sûriyê jî qewimîbû. Piştî Beşar Esed bu serokê Sûriyê, bi taybetî Brîtanya û Fransayê hewl da ku Sûriyê entegreyî aboriya cîhanê bibe û li gorî wê çarçoveyê jî hin guherînan pêk bîne. Esed hin gav jî avêtin. Lê ne bes bû. Ji hêla rêveberî, siyasî, aborî ve deshilata welat parve nekir. Îstîxbarat, leşker û burokrasîya merkezî tengasiyên herî mezin bûn. Dîsa hemû çavkanî û serkaniyên aborî jî dabûn destê xwe û civateke elît-bijare (civateke teng a serdest) ya derdora xwe. Di van şert û mercan de aboriyeke vekirî, dan û standinên eşkere, bazareke serbest nîn bû. Lewma ne karsazên li derveyî welêt dikaribûn li Sûriyê bixebitin ne jî yên li welêt dikaribûn kar û xebateke birêkûpêk bimeşandana. Li ser vê yekê pêşî hişyarî hate dayîn. Nebû dorpêça aborî ango ambargoyên bi qismî pêk hatin, ev jî nebûn, pêvajoya niha ku em tê de dijîn ango şerê navxweyî pêk hat.

DERFETÊN ÇÎN Û RÛSYAYÊ LI HEMBER AMBARGOYÊ SÎNORDAR IN

Wekî li jor jî me anî ziman Îran, Sûriye û Lubnan ku Hizbullah lê heye û xurt e, vê gavê hedefa dorpêçê ne. Ev dorpêç tenê ji hêla aborî ve ji hêla leşkerî, lojîstîk û navgînên stratejîk ve jî di dewrê de ye. Wekî mînak; niha ji Îranê di nav sînorê Iraqê re gelek barê leşkerî, lojîstîk û teknîk di ser deriyê Bokemal re derbasî Sûriye dibin û heyanî Lubnanê diçin. Êdî ev xet wê bi mebesta ambargoyê (qedexe) gelekî hêsanî bibe hedefa êrişên hewayî û bejahî yên koalîsyonê. Da ku heyanî niha gelek berhem, navgînên lojîstîk û teknîk bi navê berhemên medenî, aborî û alîkarî dihate kamufle kirin. Lê ji vir û pê ve ev kamufle (sergirtin) êdî ne pêkan e. Belkî di destpêkê de ev pêk neyê lê di çarçoveya bernameya ambargo ango dorpêçê de ye.

Di hedefa vê dorpêçe de Çîn û Rûsya jî hene. Belkî ji hêla leşkerî ve li hember derketin ne hêsan e. Lê hêzên koalîsyonê bi mebesta ambargoyê şirketan jî asê dikin. Çawa ku kargehên Ewropî bi dilnexwazî be jî li Îranê dev ji kar berdan. Yên Rûs û Çînî jî wê rûbirûyê ambargoyê bin. Îhtîmala mezin şirketên leşkerî yên ku niha li Sûriyê ne û di vê çarçoveyê de destek didin rejîmê dikin jî hedefin. Ne îro be sibê wê dor bê wan jî. Wê demê saziyên aborî yên Çîn û Rûsî ne dikarin li Sûrî û ne jî dikarin li devren cîhanê karûxebatan bimeşînîn.

Dibe ku Rûsya, Îran û hin dewletên din bi awayekî fermî bixwazin alîkariya Sûriyê bikin. Lê ji bo vê jî derfetên aborî girîng in. Ev jî hêsa nîn e. Jixwe rewşa Îranê eşkere ye. Lê ya Rûsya jî ne baş e ku alîkariya aborî bide Sûriye. Bihayê petrolê her diçe kêm dibe. Ji ber vê erzaniyê dahatuya dewleta Rûsya kêm bûye. Dîsa li Sûrî, Lîbya, Ukraynayê û hin deverên cîhanê yên din jî leçûyînên leşkerî barekî giran e. Aboriya Rûsya ya navxweyî jî ewqasî xweş nîn e. Betalî, girêdayîna hawirde/îthalatê zêde ye. Ji hêla rêveberî ve jî dijberên Putin her diçin xurt dibin.

Berovajî alîkariya Sûriyê Rûsya li wê bendê ye ku li vî welatî pere qezenc bike. Rûsya wisa di fikire ku rewş aram be û pêvajoya ji nûve avakirina Sûrê destpêbike. Ji bo vê jî çav lêye ku îhaleyên herî zêde bike para xwe. Lê wer tê xwuya dike ku bi domandina ambargoyê ev plana aştî û aramî û her wiha sazumaniya welêt di demeke nêz de ne pêkane ye. Ev jî wê him Rûsya biwestîne, him barê aborî û leşkerî giran bike, him jî neçarî projeyên Amerîka û koalîsyonê bike. Jixwe Rûsya vê baş zane û lewma ji niha ve bi awayekî eşkere dijberiya hêzên ambargoyê dimeşînîn nake.

ÊŞA GELÊ IRAQÊ KIŞANDIBÛ, NIHA TÊ SERÊ GELÊ SÛRIYÊ

Pevajoyê ambargoyê wek rewşa Iraqê tê xwuyakirin. Çawa di sala 1991’an de herêma serdesdiya Seddam hatibû dorpêçkirin heman tişt li vir jî diqewime. Herêmên Kurdan li derveyê dorpêç bûn. Niha jî Bakurê Sûriyê, him ji hêla bin dargikeriya Tirkan de ye, him jî ji hêla xweser jî li derveyî ambargoyê ye.

Her wiha metirsî heye ku gel ziyanê bibîne. Birçîbûn, xela çêbe. Her wiha ji ber daketina nirxê pereyê Sûrî, hêza kirîna kelûpelan kêm be û gel nikaribe debara xwe bike. Mixabin ev rastiyeke û herkesi hevrûyî vê bibe.

Herkes hêvî dike ku heke rewşa gel ya aborî ne xweş be gelê li hember rejîmê serî hilde. Lê carînan berevajî vê dîtinê bûyer diqewimin. Wekî gel baş dizane ku sibebê vê dagirkerin û xêr ji wan nayê. Lewma li derdora rêveberên xwe dicivin, yekitiya xwe xurt dikin. Lê divê bi rastî jî rêveberiyeke ji bo gel xizmet bike hebe. Raste rast di nav gel de, bi gel re be. Hemû kar û barê xwe, hebûna xwe di rêya gel de bimezixîne. Lê baş tê zanîn ku heke rêveberiya Esad xwedî vê fikrê bûya jixwe rê nedida ku welatê wî têkeve vê rewşê. Wê bi Kurdan re, bi muxalîfan re, bi netewe û cîvatên cuda re li berî şer biketa danustendinê, pergala welêt jî li gor berjewendiyên gelê xwe jinûve saz bikira.

Xêncî vê welatên serdest ji bo rewşa gel xerab nebe û dijberiya wan nekin, hin tedbîrên din digirin. Bi riya saziyên medenî, saziyên navnetewîey ku wek NY, rêxistinên alîkariya xwarinê saz dikin, destekariya tendurîstî dikin, pêdiviyên jîyanî peyda dikin û dişînin. Heke reveberiya Esad li hember van derkeve jixwe dibe neyarê gelê xwe û gel serî hildide, destûr bide ku biçin nav gel û alîkari bidin, wê çaxê dîsa hewcedariya gel bi Esad namîne, rewayîya pergala wî namîne. Ango bi her awayî tengasiyeke mezin e.

Dîsa ji hêla peydakirina xwarin û kel û pelan ve rêyên cuda jî wê vekirî bin. Her çi dibe bila bibe, ne mimkun e ku rêyên herêma bakur û rojhilat ji binî ve bên girtin. Aliyê Ezaz û Idlibê jî bi awayekî ji bo dan û stendina kel û pelan wê vekirî be. Lê berhem û navgînên teknîkî, leşkerî wê rastî mudaxeleyan werin û astengî derkevin. Xêncî wê rêyên qaçaxî û nepen jî her gav di herêmên ne aram de bi awayekî dixebitin. Ev tecrube ji hêla her kesî ve tê zanîn.

KÊFXWEŞIYA TIRKAN MIJARA NÎQAŞAN E

Wer tê xuyakirin ku Tirk ji bo vê rewşê gelekî kêfxweş in. Piştî dagirkirinê, pergala rêvebirin, perwerde û ewlehiyê bi xwe ve girê dabûn. Lê gel hê jî ne li ba dewleta Tirk bû. Niha gel neçarî bikaranîna pereye Tirkan kirine. Bi vî awayî hemû dan û standina aborî dikeve destê Tirkan. Divê gel her tiştî ji Tirkan bikire. Berhemên xwe bifiroşe Tirkan. Bazirgan û kargehên Tirkan jî wê gav bi gav li herêmê bi cih bibin. Mebest ew e ku piştî dagirkirina leşkerî bi girêdana aborî hebûna xwe rewa bikin û piştre ji hêla hiquqî û sîyasî ve bi xwe ve gire bidin. Ev ê çi qasî pêkan be, xwerû mijareke sîyasî ye û li gorî şert û mercên hêzan, hesabên wan wê reng û rûçikên xwe nîşan bide.

REWŞA HERÊMA XWESER Û AMBARGO: FIRSEND AN FETISÎN?

Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji niha ve, bi awayekî neyînî di bin bandora dorpêçê de ye. Her çiqasî hatiye gotin ku herêm li derveyî ambargoyê ye jî çarçoveyek eşkere nîn e. Her wiha gel pereyê Sûriyê bi kar tîne. Dîsa dan û standina burokratîk, aborî, cîvakî, qanûnî heye. Gelek karmendên herêmê ji rejîmê bi pereyê Sûriyê mehaneya (maaş-ratib) xwe digirin. Kirîn û firotana kel û pelan di bazara navxweyî ya Sûriyê de dimeşe û herêma xweser jî parçeyekî vê ye.

Gavên piştî vê pêvajoya nû wê çawa bên havêtin, hê ne diyar e. Çawa koalîsyona ku biryara ambargoyê daye, ji bo herêma xweser heyanî niha daxuyaniyek nedaye û nexşerêyek amade nekiriye. Dîsa rêveberiya herêmê xwe jî nexşerêyeke fermî ji raya gel re eşkere nekiriye. Lewma pêkan e ku gelek senaryo û pêşniyar bên rêzkirin.

Lê bivê nevê Rêveberiya Xweser mecbûrî avakirina aboriyeke xweser e jî. Heyanî niha enerjî, dexl û dan ve hin tişt hene. Lê pêwîst e çarçove berfireh bibe. Ji îro pê ve pêwistiya herî girîng jî avakirina polîtakeyeke fînansî û pereyî heye. Her çi qasî bankeye merkezî nîn be jî, divê bankeyeke xweser bê avakirin. Ne hewce ye herêm, xwe tenê bi pereyekî welatekî ve jî gire bide. Bi saya rêveberiya fînansî ango bankeyeke xweser dikare di ber perê Sûriyê de dolar, dînar û TL, riyal û rûble jî bi kar bîne û portfoya xwe berfireh bike. Her wiha dikare beramberî nirxê kargeh, sazî û dezgehên heyî ango di ber bedela wan de tahvîl, sened, bono û nirxên cuda çêke û pêşkêş bike û tengasiya pereyî ya herêmê bitemijîne. Lê divê bi rastî jî ji bo vê serê xwe biêşînin.

Heke hin gavên serkeftî bên avêtin, herêm wê bibe pêşenga veguherîna hemû Sûriyê û Rojhilata Navîn. Her wiha ji hêla aborî, dîplomasî û sîyasî de jî wê bi hesanî bî qebûlkirin û tengasiyan yek bi yek hel bike û çareyan peyda bike.