‘Qanûna navnetewî heq dide gelê Kurd ku Tirkiyê darizîne’

Mamosteyê filistînî Dr. Selah Abd El- Atî yê di warê qanûnên navdewletî de got: “Mafê gelê Kurd ê li Sûriye heye ku kesên sûcên şer li dijî wan pêk anîne û di encamê de zirarên madî û kiryarên dermirovî li dijî wan pêk anîne, dozê vekin.”

Li dijî gelên Sûriyê û nexasim Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêj artêşa Tirk sûcên şer pêk tîne, ji ber vê yekê hem koçmal koçber dibin, hem bi darê zorê û hem jî dewleta Tirk û komên çeteyan qirkirinê pêk tînin.

Di demên derbasbûyî de Yekîtiya Giştî ya Parêzerên Ereb, vekirina doza der heqê rejîma Tirkiyê ya bi serkêşiya Recep Teyyîp Erdogan ragihandibûn û pirsa vê yekê ji dadgeha navdewletî rakirin û têde îşaret bi sûcên dermirovî yên ku dewleta Tirk ji 2012`an ve li dijî gelê kurd ên li Sûriyê pêk tîne. Di vê derbarê de doktorê filistînî yê Qanûnên Navdewletî Selah Abd-Elatî ji ajansa me re çawan wîlayeta dozgeriyê Tirkiyê û serokkomarê wê re, der barê sûcên şer ên ku pêk anîne darizîne diyar kir.

El- Atî piştrast kir, ku vekirina doz û darizandinên navdewletî ji mafên dewlet, kes an qurbaniyên ku der heqê wan de sûcên şer û kiryarên dermirovî pêk tên ne.

El- Atî got, darizandina dewleta Tirk ji aliyê teorîk û pratîkî ve mumkirin e, ji ber ev li gorî qanûnên navdewletî û qanûnên navdewletî yên mirovî diyar in û çi bi piştgiritiya dewleta Sûriyê be, kes an jî gelên ku der heqê wan komkujî pêk hatiye be, pêdiviya wê bi rêgeheke dozgerîyî zelal heye.Ji heqê gelên Sûriyê û dewleta Sûriyê ye ku der heqê dewleta Tirkiyê li pêşberî dadgeha navdewletî yan cezayî dosya hesabxwestinê were vekin.

El- Atî wiha nirxandinên xwe domand, ji mafê Sûriyê ye ku dewleta Tirk li ser esasê pîvanên wîlayeta dozgeriyê darizîne, ji ber Tirkiyê di formê de ye û hevpeymana Cinêvê mohrkiriye, li ser vî esasî kesên di nava dozgeriya Tirkiyê de sûcên şer pêk tînin divê werin darizandin. 

Heke doz bibin ket, dikarin ji dadgeha cezayî ya navdewletî û dozgeriya navdewletî re pêşkêş bikin û doza hesabxwestina bikin.

El- Atî diyar kir ku rêgeza wîlayeta dozgeriya navdewletî ji misogertiya qedexekirina bipêkirinan faktoreke û dikare li tevahiya dewletên ku xwe dispêrin vî rêgezî doze veke.

El- Atî forma wîlayetê pave kir û got, ew dihêle li gorî dadgehên neteweyî qanûnên navdewletî li dijî kesan, kesên sûcên xeternak pêk anîne dozê veke.

Di gel ku Komeleya Giştî ya NY`yê biryara pêkanîna rêgeza wîlayeta dozgeriya navdewletî piştrast kiriye. 

El- Atî wiha axaftina xwe dewam kir, hevpeymana Cinêvê(4)a 1949`an û Protokola sala 1977`an îşaret bi pabendiya dewletan bi lêgerîna der heqê kesên sûc pêkanîne yan fermana pêkanîna sûcan dane kir, ji ber li dijî pîvanên Cinêv(4) û Protokola yekemîn e, li ser vî esasî kî dibe bila bibe divê were darizandin an radestî dewleta peywendîdar were kirin, da ku ceza bibe.

Her wiha El- Atî îşaret bi madeyên 49, 50, 129, 146 û 147 ên hevpeyman Cinêv(4)kir, ku nîşana pabendiya dewletê bi standina bergiriyên yesayî yan cihbicihkarî dike, da ku pêkanîna sûcên şer qedexe bike û li ku an ji kîjan welatî dibe bila bibe, divê ceza werin birînin.

Madeya 146`an a hevpeymana Cinêv(4)îşaretê bi parastina sivîlan dike û wiha amaje dike, divê kesên hevpeyman mohrkirine bergiriyên yesayî bistînin, da ku li dijî kesên sûcên şer pêk tînin de cezayan ferz bikin, an kesên hevpeymanê bipê bike divê vê hevpeymanê agahdar bikin, da ku radestî dadgehê werin kirin.

Heman made îşaret bi bipêkirinên bedenî kir, ku ew jî wêrankirin, revandin û talankirina mal û milkan, înfazkirin, lêdan û nêzîkatiyên dermirovî dike.

El-  Atî diyar kir, ku rêgeza wîlayetê di rêgeza duyemîn a Princeton ku têkildarî wîlayeta dozgeriyê ye, li gorî qanûnên navdewletî garantiya bergiriyên li dijî sûcên xeternak ên wek komkujiyan, sûcên şer, sûcên li dijî aşîtiyê, talankirin, îşkece û dizî dide.

Di demên derbasî bûyî de boruya Yekîtiya Parêzerên Ereb vekirina doza li dijî rejîma Tirkiyê li pêşberî dadgeha dozgeriyê ragihand, ji ber ku serweriya dewletekê û qanûnên navdewletî binpê dike, li ser vî esasî ji mafê gel ku hesab bixwazin û der heqê serokkomanê Tirkiyê li pêşberî dadgeha cezayî dosya sûcên şer û sûcên dermirovî ku der gelê gelên Sûriyê û Sûriyê pêk anîye vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din