'PYD xwedî faktorên serkeftinê û lîstina roleke çarenûsî di qonaxa heyî de ye'

Nûnerên partî, rêxistin û desteyên beşdarî kongreya 8`emîn a PYD`ê bûne, piştrast kir ku partî xwedî bingeheke gelêrî û faktorên pêkanîna serkeftinê û lîstina roleke girîng di qonaxa heyî de ye.

Bi navê şandeyên partiyan û yên civakî ku beşdarî kongreya 8`emîn a Patiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bûne ku li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan tê lidarxistin, gelek axaftin hatin kirin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan di kongreyê de axivî û diyar kir ku wan hêvî dikir ku axaftina di vê kongreyê de ji aliyê sekertera giştî ya partiya wan şehîd Hevrîn Xelef ve bihatiba kirin ku bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate şehîdxistin. El-Qeftan lidarxistina kongreyê pîroz kir û hêvî kir ku biryarên xizmeta gelê Sûriyê dikin û aloziyê çareser dikin, ji kongreyê derkevin. Her wiha tekez kir ku PYD li kêleka partiyên din xwedî faktorên pêkanîna berpirsyariyên mezin ên xurtkirina diyaloga Sûrî-Sûrî û avakirina Sûriyeke pirreng û demokratîk e.

Bi navê Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê jî endamê desteya rêveber Nasir El-Dîn Ibrahîm axivî û îşaret bi keda PYD`ê ya ji bo çareserkirina doza gelê Kurd û rizgarkirina erdên Sûriyê ji dagirkeran kir. Ibrahîm bang li tevahî pêkhateyan kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin û piştgiriya kedên ji bo yekitiya refa kurdî bikin.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso der barê astengiyên li pêş PYD’ê de di merheleyên damezirandinê de derketine, wiha got: "Partî di kêliya yekemîn a damezirandinê de ji hêla rejîmên Baas û Tirkiyê ve rastî êrişên hovane hat. Partiyê di serhildana Qamişlo de dît ku bingeha şoreşa gel heye û bi şehîdbûna heval Ebû Cûdî re israra endam û têkoşerên partiyê zêdetir bû. Şehadeta komek ji hevalan ên di bin rêveberiya Şîlan Kobanê de rêça têkoşîna dijwar eşkere kir, vebijêrk ‘an serkeftin an jî pêkanîna metoda şehîdan an jî radestbûn’ bû."

Hiso piştrast kir ku PYD’ê êdî ne partiyeke herêmê tê nasîn, lê belê li ser asta navneteweyî jî tê nasîn û gelek qurbanî û şehîd dan.

Bi navê êl û rûspiyên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sabit Cewher jî wiha axivî: "PYD’ê ji destpêkê heta niha partiya pêşeng a piştevaniya projeya Rêveberiya Xweser û derxistina gelê Sûriyê ji vê aloziyê ye. Her wiha li hember tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê sekinî û tevahî destwerdanên derve yên li xaka Sûriyê red kirin."

Endama Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê Leyla Îbrahîm lidarxistina kongreyê li partiyê pîroz kir û destnîşan kir ku partiyê di tevahî aliyên siyasî, civakî û leşkerî de têkoşîn kiriye û hêvî kir ku xebatrên kongreyê bi ser bikevin.

Li aliyekî din endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebas Mistefa di destpêka axaftina xwe de silav li tevahî beşdaran kir û hêvî kir ku xebatên kongreyê bi ser bikevin û wiha domand: "Hêvî dikim ku biryar û encamên piştevaniya vekirina rûpeleke nû ya erênî derkeve ku têkiliyên baş di navbera tevgera Kurd de çêbin, da ku dest bi xebateke cidî û berpirsiyar a ku dikeve xizmeta gel û welatê Sûriyê, bê kirin."

Hevserokê Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk Mihemed Mela Xerzî lidarketaina kongreyê li tevahî endaman pîroz kir û rola partiyê di geşkirina biryartiya gelan û olan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pîroz kir.

Tê payîn ku kongre xebatên xwe êvarê jî li gorî rojeva xebatên xwe berdewam bike.

ANHA


Mijarên Din