Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî ji bo wefata Dr. Recaî Fayid peyama sersaxiyê da.
Di peyamê de hate gotin: "Bi xemgîniyekê me agahiya wefata kesayeta misirî yê navdar, dostê gelê Kurd, alîgirê doza wî ya adilane, serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û nivîskarê pirtûka ′Ocalan; Rêber û Doz′ Dr. Recaî Fayid bihîst.
Em sersaxiyê ji komara Misirê, gel û hikumeta wê re dixwazin, her wiha sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wî re dixwazin."
(fr)