PYD: Hevrîn soza xwe bi şehîdan re bicih anî

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk got Hevrîn Xelef nûnertiya niştîmanperwerî kir û bû nimûneya mirovê dilxwazê nirxên mirovahiyê yên herî bilind di demokrasiyê û wekheviya di navbera jin û mêr û biratiya gelan de.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) girêdayî sûca kirêt a li dijî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef daxuyaniyek da raya giştî. Meclisê teqez kir ku Hevrîn soza xwe bi şehîdan re anî cih û êdî bû yek ji wan.

Ev tişt di daxuyaniyê de hate gotin:

Me bi xemginî agahiya şehîdxistina heval Hevrîn Xelef Sekertêra Giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê û Endama Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk bihîst. Ew sûc mexolên nû pêk anî.

Hevala Hevrîn nûnertiya niştîmanperwerî kir û bû nimûneya mirovê dilxwazê nirxên mirovahiyê yên herî bilind di demokrasiyê, wekheviya di navbera jin û mêr û biratiya gelan de. Ji destpêka şoreşa gelê Sûriyê cihê xwe di refên destpêkê yên têkoşîna wetenî ya sûrî de girt. Cihê xwe di têkoşînê de berneda û soza ku dabû şehîdan anî cih û bû yek ji wan.

Wek Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) em sersaxî ji xwe û malbata wê, ji Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û endamên partiyên re dixwazin. Em soz didin wan ku em ê di têkoşîna wan de li rex wan bin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din