PYD: Gelên ji bo xaka xwe şehîd nedane bi hêsanî tên radestkirin

PYD’ê soza xwe ya şopandina rêça şehîdan dubare kir û destnîşan kir ku gelên ku ji bo xaka xwe şehîd nedane bi hêsanî tên radestkirin, her wiha piştrast kir ku dijmin bi mebest goristanên şehîdan hildiweşîne.

18’ê Gulanê Roja Şehîdan e. Girîngiya wê rojê li cem gelê Kurd pir giranbiha ye, her wiha meha Gulanê li tevahî Kurdistanê bi ‘Meha Şehîdan’ tê nasîn.

Bi vê boneyê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Ji dema desthilat, tundî û derfetgirtin di civaka mirovî de derket, parêzvanên maf û edaletê derketin. Lê dema mijar gihîşt mêtîngeriya civak û neteweyan ciwanên wê parastina nirx û berjewendiyên xwe kir. Lê neteweyên ku şêniyên wê parastina nirx û hebûna xwe nekirin an ji hev bûne, yan jî li daristaneke ku tê de hegemonî û fersengirtin heye, mane.

Di ser civaka me re niha meha Gulanê ku tê de jinên têkoşer û mêrên berxwedêr ku parastina civak, mirovahiyê û rûmeta wê kirine, şehîd bûbûn, derbas dibe. Her wiha di her rojek ji rojên Gulanê de destan û şehadetên dîrokî hebûn, vê mehê sîfeta meha şehîdan hilgirt, jê jî şehadeta hevrê Hakî Karer ku şehadeta wî bû sedema damezirandina tevgera azadiyê ya Kurdistanê ku wê jî rêveçûna dîroka Rojhilata Navîn guhart. Ji bilî wê jî fermandar û rewşenbîr di destpêka sedsala 20’an de der barê parastina gelên Sûriyê û Lubnanê de şehîd bûn û bi hezaran rêça wan nemiran şopand.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD’ê baş dizanin gelê ku erdê xwe bi xwîna şehîdan av nede û ji bo parastina rûmeta xwe tu ked nedabe, wê bi hêsanî radestkirinê qebûl bike, her wiha bi boneya Roja Şehîdan û Meha Şehîdan soza şopandina rêça şehîdên gelê xwe û gelên herêmê didin û dê oxira nirxên ji bo wê şehîd bûne mîna rûmet, pêkanîna paradîgmaya neteweya demokratîk ku azadî, wekhevî û jiyana hevbeş ji tevahî gelên herêmê re pêk tîne, pêk bînin."

Şehîd namirin her zindî ne, rêça azadî û rûmetê ronî dikin.”

(fr)


Mijarên Din