PYD: Ferman nikarin civaka êzidî û têkoşîna wê têk bibin

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku komkujiya li dijî êzidiyan li şêniyên Şengalê û tevahî gelan ferz dike ku li dîrokê vegerin, dersan jê derxin û planên stratejîk ji bo xweparastinê deynin. PYD’ê diyar kir ku fermanên li dijî êzidiyan nikarin vîn û têkoşîna wan têk bibin.

Meclisa Giştî ya PYD’ê îro bi boneya salvegera 6’an a komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî şêniyên Şengalê pêk anîne, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji dema dagirkirina rêxistina DAIŞ’ê ya Mûsil û ragihandina xîlafetê ve, xetere li ser tevahî iraqiyan û gelê êzidî bi taybet mezin bû. Tevî wê jî tu tedbîrên stratejîk yên li hember DAIŞ’ê tune bûn.

Tevî mezinahiya xetereyan jî, Şengal di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi tenê li hember çarenûsa xwe ma. Ya herî xeternak jî vîna êzidiyan ji ber karê hin aliyan winda bû. Ji lew re tu alî tune bûn ku parastina gelê êzidî ji bilî tevgera rizgariya Kurdistanê, bikira.

DAIŞ’ê dest bi qetilkirina biçûk û mezinan kir, piştre dest bi revandina jinan kir.

YPG û YPJ’ê ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe da Şengalê da ku li hember DAIŞ’ê bisekinin, her wiha korîdora mirovî li pêş zêdetirî 150 hezar şêniyên êzidî vekir. Ev xebateke mezin e ku dewletan nikarî bikira. Di parastina şênî û Şengalê de lehengî û fedaîbûna keç û xortên Kurd ji tevahî parçeyên Kurdistanê hebû, her wiha piştevaniya yekser jî ya tevgera rizgariya Kurdistanê bû ku çîna ciwanan wek hêzeke leşkerî bi rêxistin kir û şerê DAIŞ’ê û rizgarkirina Şengalê kir.

Ciwan û keçên êzidî karîn bi awayekî birêxistinkirî tola xwe hildin û çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê derxin û goristanên pîroz rizgar bikin.”

PYD`ê di daxuyaniya xwe de sûcên li dijî gelê êzidî bi bîr anîn û got divê gelê Şengalê li dîrokê vegere da ku ji xwe re dersan jê bigire, planên stratejîk ji bo parastina xweser daynin da ku xetereyên li dijî gel dubare nebin. PYD`ê destnîşan kir ku wefadariya bi şehîdên Şengal re pêwîst dike ku di zûtirîn demê de her kes erka di aliyê siyasî, leşkerî û rêveberî de tê xwestin, pêk bîne.

PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga xurtkirina eniya kurdistanî, redkirina hemû destwerdanên biyanî û planên dewleta Tirk ku armanca wê têkbirina Kurdan, parçekirin û koçberkirina wan e, kir.

(fr-bx)


Mijarên Din